Nexweşxaneya Rizgarî car din ji bo nexweşên Koronayê hat terxankirin

Nexweşxaneya ku piştî kêmbûna pêketiyên Koronayê (Covid-19) hatibû girtin, car din ji bo tedawiya nexweşên Koronayê tê vekirin.
Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê, wêne: arşîv
Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê, wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê ragihand; Nexweşxaneya Rizgarî ku piştî kêmbûna pêketiyên Koronayê (Covid-19) hatibû girtin, car din ji bo tedawiya nexweşên Koronayê tê vekirin.

Li gor ragihandina Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê; ji bo parastina silametiya tendirustiya giştîya bajarê Hewlêrê û ji ber metirsiya vê rewşa niha, biryar hat dayîn ku Nexweşxaneya Rizgarî ji bo tedawiya pêketiyên Koronayê car din were vekirin.

Herwiha eşkere kiriye ku hemû îhtimal li ber çavan hatine girtin û Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê hatiye erkdarkirin ku amadekariyên zêdetir werin kirin, ji wan amadekariyan; car din vekirina Nexweşxaneya Rizgarî û çend cihên din ji bo tedawiya nexweşên Koronayê.

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe. Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya îro sêşemê 27ê Tîrmeha 2021ê, di nava 24 demjimêrên borî de li Herêma Kurdistanê 3250 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.