Mîlîşyayên Îraqê li dijî diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîka ne

Mîlîşyayên Îraqê li dijî diyaloga stratejîk a di navbera Iraq û Amerîka de ne û wê diyalogê bi “kartonî” bi nav dikin.
Ebû Alaa El-Welaî
Ebû Alaa El-Welaî

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîlîşyayên Îraqê li dijî diyaloga stratejîk a di navbera Iraq û Amerîka de ne û sekreterê mîlîşyaya Ketayib Seyid El-Şuhada wê diyalogê bi “kartonî” bi nav dike.

Sekreterê mîlîşyaya Ketayib Seyid El-Şuhada Ebû Alaa El-Welaî li Twittera xwe belav kir û diyaloga stratejîk a di navbera Iraq û Amerîka de bi “kartonî” bi nav kir û tekezî li ser berdewamiya êrîşên li ser hêzên Amerîka li Iraqê kir.

Duhî jî Sekreterê Giştî yê Asayib Ehil El-Heq Qeys Xezalî jî ragihandibû, niyaza rêveberiya Amerîka ya vekişîna ji Iraqê nîne û tiştê bûye, tenê axaftin e û bi kirdarî tiştek tune ye.

Xezalî got jî: “Firokeyên Amerîka bi awayekî zêdetir li ser Bexdayê digerin û armanca wan a sereke, çavdêrîkirina grûpên Heşda Şeibî ye.”

Serokê Amerîka Joe Biden pêr di dema pêşwazîkirina li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Koşka Sipî ragihand, Amerîka erkê hêzên şerker ên welatê xwe li Iraqê bi dawiya îsal re bi dawî dike, ev biryara nû ya Amerîka jî ji aliyê gelek aliyên siyasî yên Iraqî ve hatibû pêşwazîkirin, tenê mîlîşyayên ser bi Îranê ve baweriyê bi vekişîna hêzên Amerîka nakin.