Albanyayê 19 zarok û jin ji kampa Holê wergirtin

Hikûmeta Albanyayê 19 zarok û jinên DAIŞê yên bi regeza Albanî ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê wergirtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Albanyayê 19 zarok û jinên DAIŞê yên bi regeza Albanî ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê wergirtin.

Konsulê giştî yê Albanyayê yê li Sûriyê, Lubnan û Urdunê Mark Gharib û şandeya ewlehiyê ya pê re, duhî 14 zarok û 5 jinên DAIŞê ji Rêveberiya Xweser wergirtin.

Di wê derbarê de Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer diyar kir ku ev serdana duyemîn a şandeya Albanyayê ji bo herêmên wan e ku pêştir şandeke Albanî jinek û 4 zarok wergirtibûn.

Herwiha Omer got: “Em ji hemû dewletan dixwazin ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî zarokan bi cih bînin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ew zarok bêguneh in, tenê bûne qurbanî ne. Divê hemû dewlet berpirsyartiyên xwe li hemberî wan bi cih bînin û wan vegerînin.”

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Rêvebiriya Xweser jî dibêje, pêwîstiya van malbatan bi destêwerdaneke navdewletî ye heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan vegerînin welatên xwe.