Jinên ji DAIŞê rizgar bûne, daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin

Jinên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, diyar dikin ku ji ber xirabiya rewşa ewlehiyê û avanekirina Şingalê û hebûna hêzên nerewa, nikarin vegerin Şingalê.

Hewlêr (K24) – Jinên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, diyar dikin ku ji ber xirabiya rewşa ewlehiyê û avanekirina Şingalê û hebûna hêzên nerewa, nikarin vegerin Şingalê.

Endamekî malbata Mîrê Êzidiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke hikûmeta xwe ya resen dibîne û daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike, rêkeftina Şingalê cîbicî bike, ku yekane rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera awareyan bo cih û warê xwe.

Beşek ji keç û jinên Kurdên Êzidî, bi hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine rizgarkirin.

Sozan Ebas yek ji wan keçan e ku roja 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê hate revandin, piştî sê salan bi hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat rizgarkirin, hemû hêviya wê ew e ku vegere Şingalê, lê belê ji ber rewşa ewlehiyê û wêranbûna Şingalê, nekariye vegere.

Sozan Ebas balê dikşîne ser wê yekê ku yek ji armancên rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, vegera sed hezaran aware ye, lê belê ji ber hebûna hêzên nerewa, ew nikarin vegerin.

Endamê malbata Mîrê Êzidiyan Mîran Sebah diyar dike ku rewşa Şingalê ji ber cîbicînekirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, her ku diçe xirabtir dibe, di heftemîn salvegera karesata Şingalê de, keç û jinên rizgarbûyî yên Kurdên Êzidî, daxwaz dikin ku rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin û ew bikarin vegerên warê xwe û Şingal jî were avakirin.