Hêzên Îranê li sînorê Silêmaniyê welatiyek birîndar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Supaya Pasdaran li ser sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi Îranê re gule li sivîlekî reşandin û ew birîndar kir.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, derengê şeva borî hêzên Supaya Pasdaran li ser sînorê qezaya Pişder li parêzgeha Silêmaniyê gule li sivîlekî reşandin û ew birîndar kir.
Peyamnêrê me da zanîn, ew kesê birîndar bûye ji bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ye û bi birîndarî gihîşt nexweşxaneya Şehîdan a Qeladizê.
Diyar kir jî, navê wêgule li lingê wî yê çepê ketiye û niha ew di bin çavdêriya bijîşkî de ye.