Li Diyarbekirê 6 gund hatin karantînakirin

Piştî lêkolînan derket holê; 90 kesên ku bi vîrusa Koronayê ketine, ji 6 gundên navçeyê ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê piştî zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê (Covid-19), tîmên tendirustiyê dest bi lêkolîna deverên ku herî zêde haletên pêketinê hene kir.

Piştî lêkolînan derket holê; 90 kesên ku bi vîrusa Koronayê ketine, ji 6 gundên navçeyê ne.

Lijneya Parastina Tendirustiyê ya Navçeya Bismilê biryar da ku ji 2yê Tebaxa 2021ê ve heta 14 rojan,  6 gundên li navçeyê werin karantînakirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo karantînayê li wan 6 gundan hatine bicîkirin û pêwîstiyên nişteciyên wan gundan jî dê ji aliyê tîmên piştevaniya civakî ve werin bicîanîn.