Hunermendê Efrînî li xeribiyê ziman û muzîka Kurdî dide fêrkirin

Şêrzad Efrînî bi mebesta xizmeta çand û zimanê Kurdî li xeribiyê zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî dike.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Hunermendê Kurd Şêrzad Efrînî ku bav, dapîr û kalikê wî yên dengbêj bi hezaran stranên xwe bo gelek dengbêjan li Rojavayê Kurdistanê bûne pêşeng, wek mezinên xwe bi mebesta xizmeta çand û zimanê Kurdî li xeribiyê Swêdê zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî dike û bi sedan stranên Kurdî dinivîse, distrê, bi taybet bo zarokan stranên Kurdî berhev dike da ku zarok bi rêya hunerê zimanê dayika xwe fêr bibin û ji bîr nekin.

Hunermendê Kurd Şêrzad Efrînî yê kurê dengbêjê navdar ê Bavê Selah ku bi deng û awaza xwe bi sedan kilam û gelek destanên Kurdan heta îro veguhestiye, bi van gotinan balê dikêşîne ser girîngiya ziman û çanda Kurdî: “Eger zarokên Kurd zimanê dayikê ji bîr bikin û bi kar neynin li ser navê Kurd û Kurdî çi hebin wê tune bin.”

Hunermendê Efrînî, bi vê mebestê heta niha zêdetirî 300 stranên Kurdî nivîsandine û gotiye. Taybet ji bo zarokan jî bi dehan stran nivîsandine, da ku zarokên Kurd zimanê dayika xwe fêr bin û ji bîr nekin.

Şêrzad Efrînî ji K24ê re diyar kir: “Bavê min her digot, ‘Eger tu zarokan baş perwerde nekî pêşeroja wan û me tev xerab dibe.’ Li ser vê gotina bavê xwe, min jî ji bo zarokan dest bi nivîsandina pirtûkekê kir. Hemû stranên zarokan e min bi xwe nivîsandine. Tê da 30 stranên bo zarokan hene.”

Şêrzad Efrinî ku mezinên wî (bav, dapîr, bapîr) tev dengbêj bûn, ji zaroktiya xwe ve dest bi fêrî enstrumanên muzîkê û stranbêjiyê dibe û bi vî awayî jiyana wî her bi çand û hunerê re derbas dibe.

Efrînî dibêje: “Bêguman malbata min bandoreke mezin li min kir. Çimkî ez li maleke ku tê da hunermend û amûrên muzîkê hebû mezin bûm. Bav, ap, bapîr û pirîka min stran digotin, 6 sal ez li gund li ba pirîka xwe jiyam. Wê jî bandorekê li min kir. Apê min jî li gund bû wî jî stranên folklorîk û nûjen digotin. Di heyameke muzikê de ez mezin bûm. Piştre ez hatim Helebê bavê min jî ez fêrî saz kirim. Bandora wî jî gelek li min çêbû.”

Hunermendê Kurd ji ber karên xwe li ser çand û zimanê Kurdî gelek caran ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve tên girtin, ji ber van zextan berê xwe dide Swêdê û ev 15 sal e li wir li gel stranbêjî û fêrkirina zimanê Kurdî peykersaziyê jî dike.

Şêrzad Efrînî diyar dike: “Stran û keleporên folklorîk ku me ji kal û pîrên xwe wergirtine em dixwazin her bimîne û neyên jibîrkirin. Loma li Ewropayê niha ez mamostetiyê Kurdî dikim da ku Kurdên me li Ewropayê zimanê xwe ji bîr nekin bi taybet zarokan fêrî zimanê Kurdî dikim çimkî bo pêşeroja me ew girîng in. Bi vî awayî bandora me jî li wan dibe.”

Şêrzadê Efrînî ku bavê wî Bavê Selah û kalikê wî Îbramê Tirko li Rojavayê Kurdistanê bûne pêşengên gelek dengbêjan û li ser hunera Kurdî wek ekoleke girîng jî tên zanîn niha ew bi xwe li xeribiyê di rêya mezinên xwe de karê hunerî yê Kurdî didomîne.