Lehengekî Kurd di werzişa laşciwaniyê de bû yekemê Sûriyê

Werzişvan Osman Hico
Werzişvan Osman Hico

Navenda Nûçeyan (K24) – Lehengekî Kurd ê ji bajarê Efrînê pileya yekem di werzişa laşciwaniyê de li ser asta Sûriyê wergirt.

Bi serperiştiya Yekîtiya Werzişa a Laşciwaniyê ya Sûriyê, 3 û 4ê Tebaxa 2021ê pêşbirka laşciwaniyê li bajarê Helebê birêve çû û tê de lehengê Kurd Osman Hico pileya yekem bi dest xist û madelyaya zêrîn wergirt.

Di wê derbarê werzişvan Osman Hico ji K24ê re ragihand, werzişvan ji piraniya parêzgehên Sûriyê di vê pêşbirkê de beşdar bûn û asteke ciwan jî pêşan dan.

Li ser projeyên xwe yên pêşerojê de jî, piştî vê pêşbirkê, ew xwe ji bo Qehremaniya Asya ya Laşciwaniyê amade dike ku biryar e di meha Mijdara 2021ê de li Beyrûtê birêve biçe.

Pêştir jî Osman Mihemed di Qehremaniya Asya ya Laşciwaniyê ya sala 2019an li Çînê de medelyaya Bronzî wergirtibû.

Osman Hico 47 salî ye û ji 20 saliya xwe ve dest bi vê werzişê kiriye û di gelek qehremaniyên naxweyî, herêmî û navdewletî de beşdarî kiriye.

Osman Hico gelek nasnavên û medelya bidest xistine ji wan: Pileya Sêyemîn li Qeremahiya Ereban sala 2000, Pileya Sêyemîn li Qeremahiya Ereban sala 2002, Pileya Duyem li Qehremaniya Deryaya Naverast 2007an.

Werzişvan Osman Hico
Werzişvan Osman Hico