Bi beşdariya şanda Herêma Kurdistanê, Reîsî sonda yasayî xwar
Hewlêr (K24) – Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma sondxwarinê ya heştemîn Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî bû û di axaftina destbikarkirinê de Reîsî ragihand; bernameya atomî ya Îranê aştiyane ye û Tehran piştevaniya sitemlêkiriyên Ewropa, Efrîqa û Amerîkayê dike.
Îro li Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê heştemîn serokomar li ber Encûmena Şûraya Komara Îslamî sonda destûrî xwar.
Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda Hikûmeta Herêmê ku ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq, Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan Hemeyê Hemeseîd û Wezîrê Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed pêk dihat, beşdar bûn.
Îbrahîm Reîsî di axaftina xwe de diyar kir ku divê pirsgirêkên herêmî bi gotûbêjan werin çareserkirin û hatina hêzên biyanî bo navçeyê, weke sedema sereke ya alozbûna pirsgirêkan bi nav kir.
Serokomarê nû yê Îranê daxwaz kir; sizayên aborî yên li ser xelkê Îranê werin rakirin, ku ji aliyê hejmarek welatan ve bi ser Îranê de hatine sepandin û ragihand; Îran piştevaniya hemû projeyên dîplomasî yên ji bo rakirina wan sizayan dike.
Di merasîmê de tevî endamên Şûraya Îslamî 115 kesayetên siyasî yên Kurdî, Erebî û biyanî û nûnerên welatan beşdar bûn.