Pêketina Koronayê ji sedî 6 zêde bûye

Li gor amarên welatan, di nava hefteyekê de rêjeya pêketina Koronayê (Covid-19) bi rêjeya %6 bilind bûye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor amarên welatan, di nava hefteyekê de rêjeya pêketina Koronayê (Covid-19) bi rêjeya %6 bilind bûye, rojane zêdetirî 600 hezar kes bi cûreyên cuda cuda yên Koronayê dikevin.

Amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê derdixe holê ku ji destpêka meha Tîrmehê ve, rojane zêdetirî 3 hezar kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê dikevin, ku li gor mehên Nîsan û Gulanê, haletên pêketinê du qat zêde bûne.

Tevî ku li Îsraîlê doza sêyem a vaksîna Koronayê li welatiyan tê lêdan, bi rêjeya %101 belavbûna Koronayê zêde bûye. Li gor amarekê, rojane zêdetirî 3 hezar kes li wî welatî bi Koronayê dikevin.

Li Amerîkayê jî bi tomarkirina zêdetirî 96 heza pêketiyên Koronayê, bi rêjeya %20 belavbûna vîrusê zêde bûye.

Herwiha di nava hefteya borî de mirinên rojane li Endozyayê hezar û 689 kes bûye.

Helmeta vaksînkirinê ya herî mezin di nava hefteyekê de li Japonyayê birêve çû, ku zêdetirî %1ê welatiyên Japonyayê bû.