Rêveberiya Xewser 5 pêşniyazan ji bo çareserkirina “dosyeya DAIŞê” pêşkêş dike

Rêveberiya Xweser bi armanca çareserkirina pirsgirêka dosyeya girtiyên DAIŞê, 5 pêşniyazan dide welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê.
Kompa Holê
Kompa Holê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser bi armanca çareserkirina pirsgirêka dosyeya girtiyên DAIŞê yên di zîndanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, 5 pêşniyazan dide welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê.

Serokê Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer û Serokê Ofîsa Karûbarên Koçberan Ehmed Şêxmûs ji rojnameya “aawsat” re ragihandin, şandeyên Rêveberiya Xweser di civîn û hevdîtinên bi hikûmetên welatên Hevpeymaniya Navdewletî re, 5 pêşniyaz ji bo çareserkirina girtiyên DAIŞê yên di zîndanên HSDê de û malbatên wan ên li kampa Hol û Rojê ne, pêşkêş kirine.

Pêşniyazên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine ev in: Divê welatên biyanî welatiyên xwe vegerînin û li ser xaka xwe wan dadgeh bikin. Alîkariyê bi dezgehên ewlehiyê re bikin ji bo parastina ewlehiya kampa Holê. Bilez navendên dubare pêgehandinê ava bikin. Zanyariyên îstixbaratî bi hev biguhêrin û bi biryareke navdewletî dadgeheke taybet li herêmên Rêveberiya Xweser ava bikin.

Endulkerîm Omer destnîşan kir, ji encama civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya derbarê endam û malbatên DAIŞê yên li Sûriye û Iraqê di dawiya meha Hezîrana borî de, hin civîn di navbera berpirsên Rêveberiya Xweser û hikûmetên welatên hevpeymanan û nûnerên Amerîka de hatin kirin.

Tevî ku hin ku welatên rojava û Erebî beşek ji jin û zarokên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê werdigirin, lê li gor Ebdulkerîm Omer, hîn gelek welat dudil in ji bo wergirtina malbatên DAIŞê û got: “Ti gunehên zarokan tune ne, ew jî qurbaniyên DAIŞê ne, mana wan li van kampan, dihêle nifşekî radîkalî û tundrew dirust bibe.”

Kampa Holê û kampa Roj li bajarê Hesekê ji kampên herî metirsîdar tê binavkirin. Li gorî Serokê Ofîsa Karûbarên Koçberan Ehmed Şêxmûs, dora 11 hezar jin û zarokên DAIŞê yên ji 50 regezî lê ne.

Rêvebiriya Xweser jî dibêje, pêwîstiya van malbatan bi destêwerdaneke navdewletî ye heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji wan kampan vegerînin welatên xwe.