Talîbanê dest danî ser 5 wîlayetan

Hêzên Tevgera Talîbanê duhî û îro ve dest danî ser paytextên pênc wîlatetên Efxanistanê.
Çekdarên Talîbanê
Çekdarên Talîbanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Tevgera Talîbanê duhî û îro ve dest danî ser paytextên pênc wîlatetên Efxanistanê.

Çekdarên Talîbanê piştî ku duhî dest danîbû ser wîlayeta Nîmroz li başûrê rojavayê Efxanistanê û Wîlayeta Cuzcanê li bakurê wî welatî, îro danê sibê karî Kunduz kontrol bike û piştre jî, Sarî Pul û Talîkan yên li başûrê Kunduz kontrol bikin.

Welatiyekî bajarê Talîkanê ji France Press re ragihand, şer û pevçûn îro danê sibê dest pê kir û çekdarên Talîbanê karîn bajêr bê şerekî mezin kontrol bikin, piştî ku berpirs û hêzên Efxanî ji bajêr revaniya.

Berpirsekî ewlehiyê ji hêzên Efxanistanê da zanî, berpirs û fermandarên xwecihî reviyan cihekî nêzîk, piştî ku ti alîkarî ji aliyê hikûmetê ve negihîşt wan.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Talîbanê Zebîhella Muchid tekez kir, tevgera Talîbanê dest danî ser Talîkanê û niha aramî vegeriyaye Talîkan, Kunduz û Sarî Pul.

Destdanîna ser Kunduz, mezintirîn serkeftina leşkerî ya Talîbanê ji meha Gulana borî vet ê zanîn, piştî ku hêzên navdewletî dest bi vekişînê kirin.

Çavdêrên siyasî destnîşan dikin, tevî ku Amerîka piştevaniya asmanî dide hêzên Efxanî, lê ev wîlayet bi awayekî bilez ketin bin kontrola tevgera Talîbanê de.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Efxanistanê Fuad Eman pêr ragihandibû, firokeyên Amerîkî yên cureya B-52 hejmarek baregehên Talîbanê li bajarê Şibirxanê navenda wîlayeta Cuzcanê bombebaran kirine û ziyanên mezin gihandine wan.