Senatorê Amerîkî: Ez hêvî dikim Amerîka xeletiya 2011an dubare neke

Kongresmanê Komarî yê Amerîkayê Mark Green ragihand; ew li Kongresê hemû zextê dikin da ku hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bimînin.

Hewlêr (K24) – Kongresmanê Komarî yê Amerîkayê Mark Green ragihand; ew li Kongresê hemû zextê dikin da ku hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bimînin, "ev jî weke spasiyek ji bo hemû qurbaniyên Kurd û hêzên Pêşmerge di şerê terorê de dane".

Mark Green ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Ez hêvî dikim Amerîka heman xeletiya sala 2011ê dubare neke, bi vekişîna ji Iraqê careke din nebe sedema derketina neseqamgîrî û êş û janê, weke niha jî em li Efxanistanê dibînin, dubarekirina senaryoya 2011 ya vekişîna Amerîkayê ye ji Iraqê.”

Green destnîşan kir: “Em li Kongresê bi hemû şiyana xwe piştevaniya Kurdan dikin û bi ti awayî pişta xwe li Kurdan nazivirînin, em hemû zextê dikin da ku em li Herêma Kurdistanê bimînin, ev jî weke spasiyek ji bo hemû qurbaniyên Kurd û hêzên Pêşmerge di şerê terorê de dane.”