Vîruseke nû gefê li mirovahiyê dixwe

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî belavbûna vîrusa Marburg ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî belavbûna vîrusa Marburg ragihand û yekem pêketiyê wê vîrusê li welatê Guinea li parzemîna Efrîqayê hatiye dîtin, ku ev vîrus ji malbata vîrusa Ebolayê ye û ji ajalan bo mirovan vediguhêze.

Vîrusa Marburg çend nîşaneyên wê hene ku ji serêşî, jana li çogan, bilindbûna pileya germahiyê ya laşê mirov, herikîna xwînê ji çav û pozê mirov.

Ev cûre vîrus bi rêya meymûn û şevşevikan vediguhêze mirovan, herwiha ji mirov jî bo mirov derbas dibe, rêjeya mirina bi vîrusa Marburg %88 e.

Ev vîrus cara ewil di sala 1967an de li bajarê Marburg ê Almanyayê hate destnîşankirin û vîrus bi wî navî hate nasîn.