Li Zanîngeha Dîcleyê dest bi lêkolînên akademîk ên bi zimanê Kurdî tê kirin

Ligel ku beşa Kurdî li Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê di sala 2012an ve hatiye vekirin, lê di salên borî de gengeşî dihat kirin ku lêkolîn û tezên akademîk bi Kurdî nedihatin nivîsandin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Di werzê nû yê perwerdehiyê de, êdî li beşa Kurdî ya Diyarbekirê jî tezên akademik bên nivîsandin. Ligel ku beşa Kurdî li Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekirê di sala 2012an ve hatiye vekirin, lê di salên borî de gengeşî dihat kirin ku lêkolîn û tezên akademîk bi Kurdî nedihatin nivîsandin. Piştî werzê nû ya perwerdehiya îsal dê bi zaravayên Kurmancî û Zazakî jî ew xebat bên kirin.

Di werzê nû yê perwerdehiyê de, beşên perwerdehî û akademiyên Kurdî jî xwe amade dikin. Bi taybet li Zanîngeha Dîcleyê ji ber tunebûna akademisyenên ku tezên bi Kurdî binirxînin, lêkolînên li ser Kurdî dihatin kirin bi Tirkî dihatin nivîsandin û ciyê gengeşiyê bû. Lê êdî wek Zanîngeha Artuklu dê li zaningeha Dîcleyên jî lêkolînên akademisyenan bi Kurdî jî bên nivîsandin.

Akademîsyenê Zanîgeha Dîcleyê Prof. Dr. Yilmaz Demirhan bal kişand ku astengiyeke ne eşkere li pêşiya bi Kurdî nivîsandina tezên xwendekaran hebû û sedem jî akademîsyenên ku şiyana wan a nirxandinê di wê astê de be nebûn, lê ew mijar her dibû ciyê gengeşiyan, loma jî êdî bi Kurdî jî nivînsandina tezên akademîk girîng e.

Prof. Dr. Yilmaz Demirhan ji K24ê re diyar kir: “Êdî kî ku bixwaze bi Kurdî yanî Kurmancî û Zazakî jî wek wan beşên din Erebî, Suryanî, Îngilîzî  û zimanên din dikare tezên xwe bi zaravayên Kurdî zazakî û kurmancî jî binivîse. Xwendekarên nû dê êdî bêyî astengî, yanî jixwe astengiyeke aşkere tunebû, lê êdî astengiyên nehênî jî neman û ev jî gevekî pêştetir e.”

Akdemîsyenên ji beşa Kurdî jî balê kişandin ku ewê ji niha û pêve ji bo zêdetir bi civakê re têkildarbin û li gor pêwistiyên perwerdehiyê xwe biguncinînin hewlan bidin.

Nivîskarê lêkolîner Roşan Lezgîn jî anî ziman ku dema dewlata Tirkiyeyê, mafên rewa yên Kurdan nas dike jî, dixwaze li gor polîtîqayên xwe bikar bîne û rexne li siyaset a Kurdan jî kir ku nikarin ji derfetên bo Kurdî peyda dibin jî bi hêjayî sûd werbigirin.

Roşan Lezgîn ji K24ê re diyar kir: “Li Zanîngeha Dîcleyê destpêkirina nivîsandina tezan, pir jî zêde girîng nabînim. Heger ku di destpêkê de bibûya, belê minê jî girîng bidîta. Me yê bigota bi rastî Zanîngeha Dîcle ji bo vê civakê, ji bo zimanê Kurdî bernameyên baş daye ber xwe û dike, lê niha êdî zêde ciyawaz nîne. Ji ber ku êdî baldariya ji bo Kurdî kêm bû û ew kelecana civakê şikandin. Dewlet jî viya dizane ku ew beşa Kurdî berovajî armanca xwe bûye û tenê wek manevrayekî ya siyasî ye. Gelek dereng ket û wateya xwe kêm kir, Zanîngeha Dîcleyê dereng ma.”

Serîlêdanên beşa Kurdî li zanigeha Dîcleyê dê di navbera 23 û 27ê Tebaxê de bên wergirtin û piştî ezmûna ku di 2ê Tebaxê de bê kirin; 10 xwendekarên masterê, 10 jî xwendekarên doktorayê dê bên bijartin.