Li Rojhilat du kolber di êrîşa hêzên Îranê de birîndar bûn

Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa pasdarên Îranê de du kolber birîndar bûn.
Kolber, wêne: arşîv
Kolber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa pasdarên Îranê de du kolber birîndar bûn.

Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihand; îro danê sibê li zozana sînorî ya Beytûş li nêzîkî bajarê Serdeştê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Di êrîşê de kolberek bi guleya pasdaran birîndar bû û yek jî ji bo ku ji êrîşa pasdaran rizgar be, xwe di zinarekî bilind de avêt û birîndar bû.

Navê kolberê ku bi gule birîndar bûye, Soran Resûlî û xelkê gundê Kanî Reş yê Serdeştê ye û navê yê din jî Celîl Zeynî û xelkê Serdeştê ye. Tê gotin ku rewşa Soran Resûlî baş nîne.