Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê Korona bi awayekî metirsîdar belav bûye

Li Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Êlih, Mûş, Bedlîs û Bîngolê rewşa Koronayê xirab e
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê haletên vîrûsa koronayê zêde dibin. Li gorî daneyên fermî, li Diyarbekirê rojane ji 2 hezaran zêdetir welatî tûşî Covid-19ê dibin. Bijîşk dibêjin; piraniya welatiyên ku bi koronayê dikevin ew kesên ku vaksîn wernegirtine û banga wergirtina vaksînbûnê li welatiyan dikin.

Li bajarên Bakur piştî cejna Qurbanê haletên koronayê roj bi roj zêdetir dibin. Li gorî daneyên fermî, li Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Êlih, Bedlîs, Mûş û Bîngolê rewş di asteke metirsîdar de ye. Rojane li van bajaran bi hezaran welatî tûşî vîrûsê koronayê dibin. Tenê li Diyarbekirê rojane pişkinîna ji 2 hezaran zêdetir welatî pozîtîf derdikeve.  Endamê Konseya Navendê ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya got; heger hişyarî û têbiniyên wan li çav bihatana girtin dê rêjeya vaksînbûnê zêdetir bûye. Yerlîkaya bang li welatiyan kir ku bê tirs û xof vaksînê werbigirin.

Endamê TTB Dr. Halîs Yerlîkaya ji K24ê re got: “Em dibînin ku di nava civakê de li ser aşiyê (vaksîn) spekulasyon hene. Hin tiştên li dijî zanistê tên gotin, ev hemû şaş in. Bila gelê me guhdariya wan gotinên şaş nekin. Derzî (aşî-vaksîn) bi ewle ne. Heta niha li seranserê cîhanê 4 milyar û nîv vaksîn hatine kirin. Welatên wekî Hindistan û Amarîkayê ekseriyeta welatiyên xwe vaksîn kirine û wan pêşiya koronayê girtine.”

Li gorî ragihandina bijîşkan, li Diyarbekirê 600 nexweşên koronayê li nexweşxaneyan tên dermankirin. Li nexweşxaneyan pirsgirêka cihê nexweşan derketiye. Li nexweşxaneyan ji bo nexweşên koronayê beşên nû tên vekirin. Ji ber ku nexweş zêde bûne mohletên salane yên xebatkarên tenduristiyê hatine rawestandin. Li Diyarbekirê heta niha nêzîkî 338 hezaran kesan du vaksîn wergirtine. Ev rêje kêm tê nirxandin.

Welatî Mehfûz Kuş dibêje: “Min du vaksîn wergirtine lê belê min hêj vaksînê sêyem wernegirtiye.  Vaksîn bûn baş e, tedbîr e.  Mirov bi vaksînê ji nexweşiyê dûr dikeve. Heger mirov bi koronayê bikeve jî mirov sivik derbas dike.”

Welatî Mehmûd Aktamiş jî got: “Ji beriya çend rojekê ez pê hesiyam ku qîzeke malbateke hebû. Ji bilî qîza wan hemû endamên malbatê vaksîn wergirtin. Jê me bihîst ku ew qîza wan ya ku vaksîn wernegirtî canê xwe ji dest da. Heger vaksîn bibûye dibe ku tiştek lê nehata. Bila her kes ji nas û dostên xwe re bêje ka kî vaksîn nebibe bila biçe vaksîna xwe werbigre.”

Ji bo ku rêjeya vaksînbûyiyan bilind bikin sazî û rêxistinên tenduristiyê bi piştgiriya saziyên civaka sivîl dest bi seferberiyê kirine. Li cihên qelebalix binkeyên tenduristiyê hatine danîn. Rayedarên Wezareta Tenduristiyê radigihînin ku li ber destê wan vaksîn heye û welatî dikarin bêyî ku randevuyê bistînin jî biçin li binkeyên tenduristiyê vaksînê werbigirin.