Li Herêma Kurdistanê amadekariya sala nû ya perwerdehiyê tê kirin

Biryar e li Herêma Kurdistanê roja 14ê Îlonê sala nû ya perwerderhiyê li nav polên dibistan û navendên perwerdehiyê dest pê bike.

Hewlêr (K24) – Biryar e li Herêma Kurdistanê roja 14ê Îlonê sala nû ya perwerderhiyê li nav polên dibistan û navendên perwerdehiyê dest pê bike û Wezareta Perwerdehiyê jî ji bo vê yekê amadekarî dike.

Wezîrê Perwerdehiyê Alan Hemeseîd ragihand; dest bi amadekariyên sala nû ya perwerdehiyê kirine, lê belê ji bo diyarkirina rêkaran li benda rapora Wezareta Tendirustiyê ne, herwiha ji bo biryara li ser perwerdehiya îsal, daxwaza civîna Lijneya Bilind a Koronayê jî kirine.

Li aliyê din, Wezareta Tendirustiyê bi amadekirina raporta tendirustiyê ji bo rewşa perwerdehiya îsal ve mijûl e û çend pêngav avêtine, da ku rewş li gor salên borî asayîtir bibe.

Endamê Lijneya Bilind a Zanistî ya Rûbirûbûna Koronayê Dr. Deştî Bostanî eşkere kir; ji bo ku mamoste ji bo perwerdehiya îsal amade bin, têne vaksînkirin û hewla wê yekê didin ku xwendekarên ji 12 salî mezintir jî vaksîn bikin.

Biryar e hefteya bê, Lijneya Bilind a Koronayê bicive ji bo biryardana li ser proseya perwerdehiyê û biryardana li ser rewşa tendirustiyê ya li navendên perwerdehiyê, ji bilî vê, dê mekanîzma û şêwaza perwerdehiyê jî bi egereke mezin ji bo îsal li navendên perwerdehiyê bi rêkarên tendirustiyê were diyarkirin.