Li Herêma Kurdistanê mirina bi Koronayê zêde bûye

Li Herêma Kurdistanê 33 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 722 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 33 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 722 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 254 kes li Hewlêrê, 115 kes li Silêmaniyê, 316 kes li Duhokê, 20 kes li Helebceyê û 17 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 33 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 13 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 10 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2044 kes ji vê nexweşiyê baş bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 277305

Mirin: 5200

Başbûn: 227750

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.