Hevpeymaniya Navdewletî droneyek li rojhilatê Sûriyê xiste xwarê

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî: Ew drone wek gef hate dîtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê firokeyeke bêfirokvan (drone) li rojhilatê Sûriyê xiste xwarê.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto ragihand, firokeyeke Hevpeymanan, droneyek li nêzîkî baregeha gundê Xedra yê li rojhilatê Sûriyê xiste xwarê, piştî ku ew wek gef hate dîtin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) meha borî piştî ku dîplomatkar û hêzên Amerîkî 3 caran bi riya droneyan hatin armanckirin ragihand, ew ji êrîşên li ser hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê dilgiran e.