Li Herêma Kurdistanê 2024 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2024 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 2024 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 20 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2024 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 614 kes li Hewlêrê, 767 kes li Silêmaniyê, 394 kes li Duhokê, 54 kes li Helebceyê, 58 kes li Germiyanê û 37 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2339 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 424 kes li Hewlêrê, 824 kes li Silêmaniyê, 958 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 69 kes li Germiyanê û 34 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 280860

Mirin: 5240

Başbûn: 232270

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.