PDK û Partiya Doza Îslamî daxuyaniyeke hevbeş belav kirin

"Divê hilbijartineke azad û pak û dadperwerane were encamdan."

Hewlêr (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Doza Îslamî daxuyaniyeke hevbeş li ser civîna îro ya di navbera her du aliyan de belav kir û tekezî li ser encamdana hilbijartinan di dema xwe ya diyarkirî de dikin.

Di daxuyaniyê de tevî ku hatiye diyarkirin ku pêwendiyên navbera her du aliyan "pêwendiyeke bihêz û birayane ye", hatiye destnîşankirin ku di civîna navbera her du aliyan de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê hilbijartinên Iraqê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.

Herwiha hatiye eşkerekirin; her du alî li ser wê yekê rijd in ku divê hilbijartineke azad û pak û dadperwerane were kirin û rewşeke aram were pêkanîn, da ku dengên welatiyan werin parastin û rêz li daxwaza gel were girtin.