Tirkiye: Em ji Efxanistanê vedikişin

Piştî daxwaza Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo mana li Balafirgeha Kabulê û redkirina vê daxwazê ji aliyê Talîbanê ve, îro artêşa Tirkiyê dest bi vekişîna ji Efxanistanê kir.
Hêzên Tirkiyê li Efxanistanê
Hêzên Tirkiyê li Efxanistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî daxwaza Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo mana li Balafirgeha Kabulê û redkirina vê daxwazê ji aliyê Talîbanê ve, îro artêşa Tirkiyê dest bi vekişîna ji Efxanistanê kir.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand; erkê wan ê li Efxanistanê temam bûye û dest vekişînê kirine.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya kontrolkirina Kabulê ji aliyê Talîbanê ve hewl dida ku Amerîka û NATO û hikûmeta Kabulê razî bike ji bo asayîşa balafirgehê bigre ser xwe.

Piştî kontrolkirina Kabulê ji aliyê Talîbanê ve, Enqere heman daxwazê ji Talîbanê kir, lê belê Tevgera Talîbanê mana artêşa Tirkiyê li ser axa Efxanistanê red kir.

Biryar e heta dawiya vê mehê hemû biyaniyên li ser axa Efxanistanê ji welat derkevin û Talîban derbarê mala li ser axa welatê wan de hişyarî dide biyaniyan.