Macron: Demjimêrên dahatû gelek metirsîdar in

Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir; çend demjimêrên dahatû gelek metirsîdar in û dê li Kabula paytexta Efxanistanê tiştên gelek mezin biqewimin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir; çend demjimêrên dahatû gelek metirsîdar in û dê li Kabula paytexta Efxanistanê tiştên gelek mezin biqewimin û rewşa bajêr dê ji dest derkeve.

Emmanuel Macron di civîneke çapemeniyê de li Dublina paytexta Îrlandayê ragihand; Balyozê Fransayê ji Kabulê vedikişe û karûbarên xwe li Parîsê birêve bibe.

Macron diyar kir; niha rewş di asta herî bilind a metirsiyê de ye û hişyarî daye hemû aliyan ku divê gelek cidî û agahdar bin.

Serokê Fransayê bal kişand ser mijara penaberên Efxanî û got: “Ev pirs mijareke aloz e û em ligel hevbeşên xwe ji bo çareseriyeke guncaw û yekgirtî dixebitin. Em ji bo vê mebestê ligel Almanya di hemahengiya berdewam de ne.”

Ev di demekê de ye ku vê êvarê du teqînên bihêz li pey hev li Balafirgeha Kabulê qewimin. Li gor medyayên Efxanistan û Rûsyayê di teqînan de zêdetirî 40 kes hatin kuştin û bêhtirî 100 kes jî birîndar bûn. Tê pêşbînîkirin ku ev hejmar di demên bê de zêde jî bibe.