Firokxaneya Kabulê rastî êrîşeke bi mûşekan hat

Êrîş ji aliyê sîstema berevaniya mûşekî ya Amerîka ve hat şikandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokxaneya Kabulê rastî êrîşeke bi mûşekan hat û ji aliyê sîstema berevaniya mûşekî ya Amerîka ve hat şikandin.

Berpirsekî Amerîkî ji ajansa “Reuters” re ragihand, îro danê sibê bi 5 mûşekan êrîş li firokxaneya Kabulê hate kirin.

Diyar kir, mûşek ji bakurê Kabulê ve hatibûn avêtin û sîstema berevaniyê ya Amerîkî li firokxaneyê rûbirûyî mûşekan bû û ew êrîş şikand.

Derbarê ziyanên wê êrîşê de, wî berpirsê Amerîkî destnîşan kir jî, di encama êrîşê de ti ziyanek negihîşt hêzên Amerîkî.

Herwiha amaje bi wê da, êrîşê proseya veguhastina dîplomatkaran û xelkê Efxanistanê ranewestan û proseya veguhastinê berdewam e.