Ozcan:Çareserkirina pirsa Kurd ne zehmet e

Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan ku di sala 2019an de du caran li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû got; ew serdan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bû
kurdistan24.net

Dêrsim (K24) - Mamosteyê Beşa Civaknasiyê li Zankoya Munzurê ya Dêrsimê Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan ku di sala 2019an de du caran li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû got; serdana wî ya bo Îmraliyê ne rasthatineke ji rêzê bû, ew serdan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bû. Alî Kemal Ozcan dibêje; îradeya çareserkirina pirsgirêka Kurd heye û divê ev fersend were bikaranîn.

Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan, di 16 û 20ê Hezîrana 2019an li Girava Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bi qasî 6 demjimêran hevdîtinek pêk anî. Alî Kemal Ozcan dibêje; Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de aktorekî bihêz e lê belê ji ber astengiya hin hêzên di nava dewlet û PKKê de kurd û tirk di serî de gelên li Tirkiyeyê dijîn zirareke mezin ji bêçareseriyê dibînin.

Ozcan ji K24ê re diyar kir: “Min ji rayedarên dewletê re got; Ocalan vê meseleyê çareser dike lê ti kesê nekin navbeynkar, bi rasterast bi wî re biaxivin. Ew bixwaze kê bike navbeynkar bila ew destnîşan bike. Min got; wergêr û qasidan nekin navbeynkarê Ocalan û dewletê. Çareserî di navbera dewlet û Ocalan de ye. Ocalan ne êxsîr e; min bi xwe dît. Rêxistin jî dizane. Heger êxsîr bûya, ma rêxistinê dê bigota ‘ew serokê me ye’. Ew dibêjin ‘ev e pirtûkek nivîsiye û ew manîfesto ye.’ Înîsiyatîf ne di destê Ocalan de be, fitnecî û fesad dikevin nav û çareseriyê xirab dikin.”

Alî Kemal Ozcan tîne ziman ku, piştî serdana wî ya Îmraliyê ew du sal û nîvan bêdeng ma lê ji ber ku pirsgirêka kurd kurtir dibe wî xwest biaxive. Alî Kemal Ozcan dibêje; li Tirkiyeyê kurd dibin her tişt lê ne bi nasnameya xwe. Li gorî Ozcan, heger rayedarên dewletê ji bo kurdan pênaseya “welatiyên binyata wan kurd” bikarneînin û bi awayeke demokratîk mafên rewa yên kurdan nas bike dê Tirkiye pêş ve biçe û bibe welateke demokratîk û mezin.

Ozcan destnîşan kir: “Çareserî ew e ku neteweya kurd li Tirkiyê wekî kurd bijî ne wekî berê bibêjin welatiyên binyada wan kurd. Her mesele bi vê ve girêdayî ye. Yanî perwerdehiya bi zimanê kurdî, muzîka bi zimanê kurdî jî daxwazên menewî ne, lê ev tiştên piçûk in. Her roj dibêjin 'Kürt kökenli vatandaşlarımız' (welatiyên me yên ku binyada wan kurd) Ango dibêjin binyada van kurd in lê îro ne kurd in. Ev dînamîteke, dafeke gelek xetere ye.”

Li gorî Alî Kemal Ozcan, Serokomarê Tikriyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan jî dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike lê hin aliyên derdora wî destê wî lawaz dikin. Ew dibêje; di nava hezar salan de kurd û tirk di sê qonaxên dîrokî re derbas bûne lê hê jî pirsgirêkên xwe çareser nekirine.  Alî Kemal Ozcan ku bi salan e li ser Ocalan û PKKê û civakê lêkolînan dike û pirtûkan dinivîse, dixwaze çareke din biçe Îmraliyê serdana Ocalan bike.