Hikûmeta Herêmê biryar da girêbesta 500 karmendên tenduristiyê were nûkirin

Ev ferman tevahiya karmendên tenduristiyê yên di warê tedawiya nexweşên Koronayê de dixebitin, li xwe digire.

Hewlêr (K24) - Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî girêbesta 500 karmendên tenduristiyê yên ku di nexweşxaneyên Koronayê de kar dikin, tê nûkirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî ragihand; bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Encûmena Wezîran nûkirina girêbesta 500 karmendên tenduristiyê ku li nexweşxaneyên Koronayê de kar dikin, pesend kir.

Dr. Aso Hewêzî herwiha eşkere kir ku ew ferman tevahiya karmendên tenduristiyê yên li bajar û bajarok û gundên Herêma Kurdistanê di warê tedawiya nexweşên Koronayê de dixebitin, li xwe digire.