Mesrûr Barzanî: Vaksînê werbigrin, Kurdistanê biparêzin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; heta niha bi rêjeya %35 vaksîn li mamosteyan hatiye lêdan.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand; heta niha bi rêjeya %35 vaksîn li mamosteyan hatiye lêdan û hewl didin ligel destpêka sala nû ya perwerdehiyê, hemû mamoste vaksînê werbigrin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em ji bo wê yekê dixebitin ku hejmara binkeyên lêdana vaksînê ji bo hêzên Pêşmerge jî zêdetir bikin. Heta niha zêdetirî 10 hezar Pêşmergeyan vaksîn wergirtine.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku heta niha 800 hezar doz vaksîn li welatiyan hatine lêdan û dibêje: “Vaksînê werbigrin, Kurdistanê biparêzin