Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Wezîra Derve ya Brîtanyayê ya nû kir
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Twitterê pîrozbahî li Wezîra Derve ya Brîtanyayê ya nû Liz Truss kir.
Îro çarşemê 15ê Îlona 2021ê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson di wezaretên kabîneya xwe de guhertin kirin û Liz Truss li şûna Dominic Raab, kire Wezîra Derve ya Brîtanyayê.
Li ser vê mijarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand: “Bi boneya destnîşankirina wê weke Wezîra Derve ya Brîtanyayê, ez pîrozbahî li Liz Truss dikim. Ez li bendê me li warên ku berjewendiyên me yên hevbeş hene, di nav wan de jî îstiqrara navçeyê, em bi hev re bixebitin.”
I congratulate @trussliz on her appointment as the UK’s new Foreign Secretary. I look forward to working closely with her on shared interests, including regional stability -mb.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) September 15, 2021