Li Diyarbekirê di hefteyekî de 59 mamoste û 142 xwendekar bi Koronayê ketine

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji 6’ê Îlonê ve ku li Bakurê Kurdistanê perwerdehî li dibîstanan dest pê kiribû, heta niha 59 mamoste û 142 xwendekar li Diyarbekirê tûşî vîrûsa Koronayê bûne û li 20 polan ders nayên dayîn. Pispor radigihînin ku sedema belavbûna vîrûsê li dibîstanan, girseyîbûna polan e û bikarneanîna vaksînê ye.

Bajarê Diyarbekirê hêj jî di rojane tûşbûyiyên vîrûsa Koronayê de, di rêza duyemîn de ye û ew tablo jî encamên xwe li ser her warê jiyanê nîşan dide. Bi destpêkirina perwerdehiyê re jî her diçe li dibîstana tûşbûyî zêde dibin.

23 dibîstanên li Diyarbekirê ji ber tên nûjenkirin yan jî bi sedemên cuda nikare bên bikaranîn û xwendekarên wan dibîstan jî ji bo dibîstanên din hatine veguhastin û pol gelek girseyî bûne.

Hêjayî gotinê ye ku li gel perwrdehiyê li dibîstanan helmetên perpûnkirinê (vaksînkirinê) jî bi berdewamî tên kirin.