Serokê Herêma Kurdistanê ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê 16ê Îlona 2021ê li Londonê ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Derve ya Brîtanyayê
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Derve ya Brîtanyayê

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê 16ê Îlona 2021ê li Londonê ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss civiya.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Truss kir ku doh wekî Wezîra Derve ya welatê xwe destbikar bû û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest, her wiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya li gel Brîtanya dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve Liz Truss xweşhaliya xwe bi pêşwazîkirina Serok Nêçîrvan Barzanî li Londonê derbirî û dûpat kir ku Brîtanya pêgir e û berdewam dibe li piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê û li karkirina li gel hevbeşên xwe ya li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, herwiha hêvî xwest alîkarî û hevbeşiya Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li hemû waran da bi taybetî li warê aborî û bazirganiyê da bê berfirehkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgîriya li Iraq û Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî DAIŞê, spasî Brîtanyayê kir, herwiha ji bo hevkarî û yarmetiya mirovî ku pêşkêşî koçber û penaberan kiriye, bi kurtî jî di derbarê hengavên yekxistina Pêşmerge ya bi piştgîrî û hevkariya Brîtanya û welatên dinê dost, pêşkêş kir.

Di civînê de sedemên serhildana DAIŞ û metirsiyên wê, hilbijartin û pêşbîniya proseya siyasî û paşeroja Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rewşa koçber û penaberan û pêkhatên li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeşên her du aliyan, guftûgo kirin û hevra bûn ku aramiya Iraqê ji bo navçeyê û cîhanê jî girîng e.