Li dibistanên Diyarbekirê helmeta vaksînkirinê dest pê kir

Li bajarê Diyarbekirê li dibistanan jî xebatên vaksînkirina xwendekaran dest pê kir.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li bajarê Diyarbekirê li dibistanan jî xebatên vaksînkirina xwendekaran dest pê kir. Rêveberiya tenduristiyê ya bajêr radigihîne ku li Diyarbekirê rêjeya ciwanên ku têne vaksînkirin kêm e û bi vê xebatê hewl didin ku vê rêjeyê bilind bikin.  Ji aliyê din ve ji 6ê Îlonê ve li Diyarbekirê 142 xwendekar û 59 mamoste tûjî vîrûsê bûne.

Li Diyarbekirê xebatên vaksînkirina welatiyan berfirehtir dibin. Rêveberiya tenduristiyê ya bajêr li dibistanan jî dest bi vaksînkirina xwendekaran kir. Ji beriya vaksînkirinê xwendekar derbarê sûda vaksînê de tên agahdar kirin.

Rêveberê tenduristiya bajêr Dr. Cîhan Tekîn bi xwe jî di nava xebatên agahdarkinê de cih digire. Tekîn got; di parastina tenduristiya civakê de rola ciwanan girîng e lê mixabin rêjeya ciwanên ku tên vaksînkirin kêm in, ew jî hewl didin ku vê rêjeyê bilind bikin.

Dr. Cîhan Tekîn ji K24ê re diyar kir: “Mixabin hejmara ciwanên ku tên vaksînkirin kêm in. Ji bo ku ev hejmar zêde bibe û li polan perwerdehî bênavber berdewam bike em wekî rêveberiya tenduristiyê bi rêveberiya perwerdehiyê re di pêwendiyê de ne. Divê dayîka û babên xwendekarên temenê wan di navbera 12 û 17ê de vaksînkrina zarokên xwe qebûl bikin û formê îmze bikin. Lê xwendekarên ji 18 saliyê û jûrtir bi xwe dikarin vaksînê werbigrin.”

Rêveberê tenduristiya bajêr Dr. Cîhan Tekîn, ji xwendekaran re behsa sûdên vaksînê dike û dibêje; divê ciwan guhdariya gotegotên ku dibêjin; ‘ji ber vaksînê zarokên mirov çênabin’ nekin û bila bizanin encamên zanîstî yên vaksînê berûvajiyê vê yekê nîşan didin. Ciwanên ku vaksînê werdigrin dibêjin; gelek kesên nêzî wan ji nexweşiya Covîd-19ê canê xwe ji dest dane, ji ber parastina tenduristiya kesûkarên xwe û civakê ew dixwazin vaksînê werbigrin.

Xwendekarê bi navê Bilal Ateş diyar kir: “Divê em vaksînê werbigrin, vaksîn baş e. Gelek derew tên kirin ku dibêjin vaksîn dibe sedema çênebûna zarokan. Ev derew in.  Vaksîn laşê mirov diparêze. Em hemû vaksînê werbigrin.”

Amîne Kurt destnîşan kir: “Min ji destpêkê ve dixwest ku vaksînê werbigrim, ez derbarê sûdên vaksînê de qaneh bibûm. Ezê vaksîna yekem werbigrim. Ji malbata me gelek kesên ku vaksîn wernegirtibûn û wefat kirin hebûn. Divê em hemû vaksînê werbigrin.”

Rêveberên rêxistinên tenduristiyê radigihîn ku; ji ber ku hejmara xwendekaran li polan zêde ne metirsiya belavbûna vîrûsê jî zêde dibe. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji 6ê Îlonê ve 142 xwendekar û 59 mamoste tûşî Covîd-19ê bûne. Rêveberên dibistinan dibêjin; tişta ji destê wan tê dikin lê heta ku xwendekar jî vaksînê wernegrin ew nikarin pêşiya belavbûna vîrûsê bigrin.

Rêveberê Dibistanê Ekrem Karakoç ragihand: “Xwendekarên lîseyê yên 15,16,17 salî vaksîn dibin. Lê yên piçûktur hêj Wezaretê destûra vanskînkirina wan neda ye.”

Li gorî ragihandina rêveberiya tenduristiya bajêr, li nexweşxaneyên pandemiyê nexweşên ciwan jî hene. Li gorî daneyan %90ê nexweşan û %90ê mirinan ji wan kesên vaksîn wernegirtîn pêk tê. Li Diyarbekir rêjeya vaksînbûyiyan hê jî kêm e.