Li Hewlêrê du jinên xelkê Sûriyê canê xwe ji dest dan

Di encama şewatekê de du jinên karker ên xwedî nasnameya Sûrî canê xwe ji dest dan.

Hewlêr (K24) – Li Hewlêrê di encama şewatekê de du jinên karker ên xwedî nasnameya Sûrî canê xwe ji dest dan.

Mêvanxaneya Ferîd a li ser cadeya 30 metre ya bajarê Hewlêrê, yek ji mêvanxaneyên kevn ên Hewlêrê ye û vê sibê agir bi garaj û odeya razana karkeran ket.

Xwediyê mêvanxaneyê ji K24ê re ragihand; dema şewat derket, wan her du jinên ku jiyana xwe ji dest dan, nekarîne ji odeyê derkevin.

Herwiha eşkere kir; ji ber ku roja înê bazara millî li nêzîkî mêvanxaneyê tê danîn û mêvanxane nêzîkî qada firotina bisîkletan e, tîmên agirkuj nekarîne zû xwe bigihînin cihê bûyerê.

Xwediyê mêvanxaneyê dibêje; eger tîmên agirkuj zû bigihiştana cihê bûyerê, wan her du jinan jiyana xwe ji dest nedidan û dibe ku bihatana rizgarkirin.