Li zanîngeheke Rûsyayê êrîşa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

8 kes hatin kuştin e û 6 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Rûsyayê ragihand ku êrîşeke çekdarî li Zanîngeha Perm qewimî. Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî eşkere kir ku di êrîşa çekdarî de 8 kes hatine kuştin û 6 kes birîndar bûne.

Li zanîngeha li bajarê Perm a Rûsyayê, îro kesekî êrîşî xwendekar û xelkê derdorê kir. Li gor zanyariyên ku ji aliyê zanîngehê ve hatine belavkirin, êrîşkar li nav avahî û kampusa zanîngehê gulle li derdora xwe reşandin.

Rêveberiya zanîngehê bi rêya torên civakî hişyarî da ku kesên li nav zanîngehê ne, yan avahiyê bicî bihêlin an jî xwe di odeyekê de veşêrin û ti kes nekeve nav zanîngehê.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand, di encama wê êrîşa çekdarî de li gor zanyariyên destpêkê, 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes birîndar bûne.

Herwiha li gor vîdyoyên ku li torên civakî belav bûne, xwendekar û kesên din ên di wê avahiya zanîngehê de, xwe ji paceyên avahiyê diavêjin xwarê.