Konsulê Giştî yê Amerîkayê: Em li Herêma Kurdistanê dimînin

"Ji bo her du aliyan baştir e ku bi hev re bin"
Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino
Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino

Hewlêr (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino li avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê ragihand: “Em li Herêma Kurdistanê dimînin û ji bo her du aliyan baştir e ku bi hev re bin.”

Robert Palladino diyar kir; avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê %60 temam bûye, ku di sala 2018an de kevirê bingehê hatibû danîn û got: “Di sala 2023an de avahiya Konsulxaneya Amerîkayê dê temam bibe.”

Palladino eşkere kir: “Ev konsulxaneya ku li Hewlêrê tê çêkirin, konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê ye li seranserê cîhanê. Eger hûn bipirsin çima Amerîka vê konsulxaneya mezin li vir çêdike? Sedema wê ew e ku têkiliya wê bi pêşvebirina pêwendiya navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê heye.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê diyar dike: “Hebûna Amerîkayê li vê derê, sedema seqamgiriyê ye ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, em dixwazin ligel Hikûmeta Herêmê û xelkê Kurdistanê bixebitin, di avakirina Kurdistaneke bihêztir û xweşguzartir de, di çarçoveya Iraqeke federal û yekgirtî de.”