Zaxarova: Brîtanya û Fransa durû ne, me Alan Kurdî jibîr nekiriye

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand; helwesta Brîtanya û Fransayê derbarê penaberan de durûtî ye.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

Hewlêr (K24) – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand; helwesta Brîtanya û Fransayê derbarê penaberan de durûtî ye.

Mariya Zaxarova got; Brîtanya û Fransa mijara penaberan ji bo berjewendiya xwe ya jeosiyasî û pêkanîna helmeta propagandaya li dijî hikûmeta Şamê bi kar tînin.

Zaxarova dibêje: “Li aliyê Fransayê yê kanala Brîtanyayê her ku diçe hejmara penaberên li wê derê asê mane zêde dibin û beşek ji wan dixwazin bi soberiyê bigihin Brîtanyayê, lê belê penaber ti bandorê li xweşguzeranî û bexteweriya nişteciyên wan giravan çênakin.”

Herwiha destnîşan kir: “Em hemû çîroka Alan Kurdî di bîra me de ye, ku temenê wî 3 salî bû di sala 2015an de, bû qurbaniyê karesata koça ber bi Ewropayê, ev jî ji ber siyaset û reftara tawankarane ya rojavayiyan ku li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê derketiye holê.”

Mariya Zaxarova diyar kir: “Wê demê cîhanê dît ku bi bi ser Alan Kurdî de hat, wê çaxê Wezîrê Derve yê Fransa yê wê demê Laurent Fabius daxwaz dikir ku penaber bi awayekî dadperwerane bi ser welatên Ewropayê de werin dabeşkirin.”

Zaxarova dibêje: “Ew welat niha red dikin ku penaberan werbigrin, lê belê beriya niha wêneyên zarokên Sûriyê bi kar dianîn ji bo berjewendiyên xwe yên jeosiyasî û ew karesat kiribûn çekeke siyasî ji bo şerê medyayî li dijî Şamê.”