Li 10 bajarên Bakur rêjeya vaksînkirinê gelekî kêm e
Diyarbekir (K24) – Li polîklînîkên Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl ya Lêgerîn û Perwerdehiyê ya Diyarbekirê xizmetên tenduristiyê ji nû ve dest pê kir. Xizmetên li polîklînîkê ji ber zêdebûna nexweşên Covîd-19 bi demkî hatibûn rawestandin. Ji aliyê din ve li 10 bajarên Bakur rêjeya vaksînkirinê hê jî kêm e.
Rêveberê Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl Dr. Mihemed Asena ragihand, di 3 mehên borî de ji ber ku hejmara nexweşên Koronayê gelek zêde bûn wan jî giranî dan beşên Covîd-19ê û li polîklînîkan xizmet rawestandibûn.
Li gorî gotinên Dr. Muhamed Asena, hejmara kesên ku tên vaksînkirin û pabendîbûna rênimayan hejmara nexweşên koronayê kêm kir û bi vê yekê van jî li polîklînîkan dîsa xizmet da destpêkirin.
Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê parve dike, li Diyarbekirê rêjeya kesên ku herî kêm du vaksîn wergirtine %48.8 e. Bi vê rêjeyê Diyarbekir di nexweşaya vaksînbûyînê de hê jî di rengê sor de ye. Her dîsa, Riha, Mêrdîn, Batman, Şirnex, Sêrt, Bedlîs Mûş, Bîngol û Agirî jî di rengê sor de ne. Ango li van bajaran rêjeya vaksînbûyîyan gelek kêm e.
Ji aliyê din ve, li Tirkiye û Bakur bi giştî 43 milyon û 440 hezar welatiyên ji 18 saliyê û jûrtir heta niha du vaksîn wergirtine û ev jî %70ê welatiyan dike. Xebatên vaksînkirina welatiyan bi awaye berfireh berdewam dike.