Li Cerablusê 2 teqîn.. kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Cerablusê yê li bakurê Sûriyê du teqîn hatin kirin û di encamê de kesek hatin kuştin û zêdetir ji 15 kesên din jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro danê sibê bombeyeke çandî li nêzîkî Encûmena Xwecihî ya Bajerê teqiya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Rewangehê diyar kir jî, teqîneke din bi riya motorsîkleke bombekirî li nava bajêr hate kirin û di encamê de kesek hat kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve, ajansa fermî yê Sûriyê “SANA” belav kir, di encama her du teqînên Cerablusê de, 2 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.
Li herêmên ku di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike de ne, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û gelek caran jî teqîn rû didin û di encamê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.