Mesrûr Barzanî: Em bi ciwanan re li ser avakirina siberojê axivîn

Ji ciwanan daxwaz dike ku ji bo gihiştina xewn û hêviyên xwe, bi ax û niştimana xwe ve girêdayî bin û ji bo bidestxistina armancên bilind ên gelê xwe têkoşînê bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel komek ji ciwanên zanîngehan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel komek ji ciwanên zanîngehan

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bal kişand ser bernameya ku sibe pêncşemê dê li ser ekrana Kurdistan24ê be û ragihand: “Min guh da ciwanên zanîngehên Kurdistanê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em li ser girîngiya dabeşbûna siyasî û şiyana wan a ji bo avakirina siberojê axivîn.”

Di vê bernameyê de ku biryar e sibe di demjimêr 21:00an de li ser ekrana Kurdistan24ê were weşandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rû bi rû bersiva pirsên ciwanên zanîngehên Kurdistanê dide. Herwiha bi hûrgilî behsa kêşeyên Herêma Kurdistanê û rêya çareseriya destûrî û yasayî ya çareserkirina wan kêşeyan dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a bernameyê de tevî balkişandina ser rola ciwanan di avakirina siberojê de, ji wan daxwaz dike ku ji bo gihiştina xewn û hêviyên xwe, bi ax û niştimana xwe ve girêdayî bin û ji bo bidestxistina armancên bilind ên gelê xwe têkoşînê bikin.