Palladino: Amerîka li Herêma Kurdistanê û Iraqê dimîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino ragihand, welatê wî dê demeke dirêj li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimîne.
Robert Palladino got: “Amerîka dê li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam be. Serok Joe Biden dibîne ku ewlehiya Rojhilata Navîn bi ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ve girêdayî ye.”
Palladino diyar kir, Amerîka dê demeke dirêj li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimîne û got: “Herêma Kurdistanê yek ji girîngtirîn hevpeymanên Amerîka ye.”