Şandeke Wezareta Navxwe ya Herêmê rewşa navçeyên Kurdistanî bi Kazimî re guftûgo dike

Ew şande amadekariyên hilbijartinê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re guftûgo dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi mebesta amadekariyên ji bo hilbijartinê û girtina rêkarên ewlehiyê û bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, şandeke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya.

Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge di Odeya Operasyonên Hevbeş ên Iraq Lîwa Telhet Ebdulxaliq ji K24ê re got: “Derbarê amadekariyên hilbijartinê û girtina rêkarên ewlehiyê û bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, roja 2ê Cotmehê şandeke Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi beşdariya rêveberên polîsên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê serdana Bexdayê kir.

Lîwa Telhet Ebdulxaliq diyar kir, li Encûmena Wezîran û bi amadebûna Mistefa Kazimî, civînek bi berpirsên ewlehî û leşkerî yên hemû parêzgehên Iraqê re hat girêdan.

Detnîşan kir jî: “Di civînê de ji me re Serokwezîrê Iraqê ragihand, wek Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe, hemû amadekarî ji bo rojên hilbijartinê kirine û hemû pêwîstî hatine dabînkirin.”

Herwiha diyar kir jî, di civînê de guftûgoyên zêdetir li ser proseya hilbijartinê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin kirin û Serokwezîrê Iraqê tekez kir ku, nabe ti hêzek binpêkirinan li wan navçeyan bikin.

Lîwa Telhet Ebdulxaliq da zanîn, çand tîmên ser bi Netewên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropa ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan gihîştina parêzgehên Herêma Kurdistanê, ji ber wê her rêgirî û binpêkirinek dê neyê qebûlkirin.