Çîrokên serkeftinê yên keçên Kurd ên hêviyê didin civakê
Hewlêr (K24) – Li Hewlêrê kampanyayek ji bo nîşandana çîrokên serkeftina jinan hate destpêkirin. Wan jinan karîne serkeftinê di çêkirin û bazarkirina karên xwe yên destan de bi dest bînin.
Kampanya bi navê (Çîrokên Serketinê yên hêvîder) ji aliyê Fermangeha Medya û Zanyariyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji bo hejmarek keç û jinên serkeftî yên di warê karweriyê de li Herêma Kurdistanê hatibû rêkxistin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adel ji Kurdistan 24 re got: “Hikumeta Herêma Kurdistanê herdem piştevana wan ciwan û lawên serkeftî yên dixwazin bibin xwediyên proje û karên xwe ye.”