Plasschaert: 900 çavdêrên biyanî dê çavdêriya hilbijartinên Iraqê bikin

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Plasschaert ragihand; di proseya hilbijartinên giştî yên Iraqê de nêzîkî 900 çavdêrên biyanî, çavdêriya proseyê dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Plasschaert ragihand; di proseya hilbijartinên giştî yên Iraqê de nêzîkî 900 çavdêrên biyanî, çavdêriya proseyê dikin.

Biryar e roja 10ê vê mehê proseya hilbijartinên pêşwext ji bo hilbijartina 329 endamên Parlamentoya Iraqê birêve biçe.

Îro i Bexdayê, Jeanine Plasschaert di civîneke çapmeniyê de diyar kir: “Hilbijartinên vê carê çareseriya wan gef û astengiyan dike, ku rûbirûyî iraqiyan bûne.”

Plasschaert got: “Neteweyên Yekbûyî bê agah nîne ji wan metirsî û astengiyan û hevkarê iraqiyan e di rûbirûbûna wan de.”

Herwiha diyar kir: “Em hewl didin rê li ber sextekariyê bigrin û rê nedin ku ezmûna 2018an dubare bibe, ev jî bi hevkariya me hemûyan dibe.”

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê eşkere kir ku di proseya hilbijartinên vê carê de nêzîkî 900 çavdêrên biyanî, çavdêriya proseya dengdanê dikin.