MED-DER: Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi beşdariya mamosteyan çalakiyek lidarxist.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Roja Cîhanî ya Mamosteyan hat pîrozkirin. Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi beşdariya mamosteyan çalakiyek lidarxist. Rayedarên sazî û komeleyan dan zanîn ku welatên demokratîk ji bo pêşvebirina çand û zimanên neteweyan budçeyeke girîng terxan dikin û ew dixwazin Tirkiye jî zêdetir girîngiyê bide çand û zimanê kurdî. Rêveberên komeleyan gotin ku divê li Tirkiye zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.

Li Diyarbekirê li Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi çalakiyekê, 5ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Mamosteyan hat pîrozkirin. Di çalakiyê de mamoste û rêveberên saziyên perwerdehiyê bertek nîşanî helwesta dewletê ya li ser ziman û çanda kurdî dan. Hevserokê MED-DERê Rifat Ronî got; di sala 2006an de gelek sazî û rêxistinên çand û zimanê kurdî hatin vekirin lê piştî 10 salan dewletê rê li ber kar û xebatên Kurdî-Der û saziyên din girt.

Hevserokê MED-DERê Rifat Ronî ji K24ê re got: “Bi rik û inyad em dibêjin; divê çand û zimanê vê civakê zindî bibe û divê ev ziman bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.  Heger Tirkiye dibêje ez welatekî demokratîk im divê di serî de zimanê kurdî wekî zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî bipejirîne.”

Di van salên dawiyê de hejmara pirtûkên kurdî zêde dibin. Li gorî wêjekaran bi vê yekê pirtûkxaneya kurdî dewlemendtir dibe lê hejmara kesên ku kurdî dixwînin ne di asteke baş de ye. Wêjekar dixwazin kurd zêdetir balê bidin xwendina zimanê kurdî. Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Siltan Yaray got; divê kurd wekî Ehmedê Xanî bi rihê neteweyî li çand û zimanê xwe xwedî derkevin.

Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Siltan Yaray dibêje: “Wêje hevpar e; ya her kesê ye. Çawa ku Ehmedê Xanî bi rihê neteweyî nivîsandiye, bang li kurdan kiriye; em jî wekî Komeleya Wêjekarên Kurd dibêjin; bila kurdên wêjehez, kurdîhez bê ferq û cudahî li hemû berhemên kurdî xwedî derkevin. Neteweyên pêşketî bi lêxwedîderketina wêje, destan û çanda xwe pêşketine.”

Di çalakiyê de rêveberên komeleyan dan zanîn ku; zimanê kurdî di nava zor û zehmetiyê de gihiştiye vê qonaxê lê bi saziyekê tenê ev têkoşîn naçe serî, divê kurd li zimanê xwe xwedî derkevin, sazî û rêxistinên kurdan zêdetir piştgiriya çand û zimanê xwe bikin.