Pîrozbahiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo cejna Cemayê

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwişk û birayên Êzdî piştrast dike ku weke her dem dê piştevana rasteqîne ya mafên rewa yên Êzdiyan be."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Êzdiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi helkefta cejna Cemayê, ez pîrozbahiyên germ ên xwe pêşkeşî xwişk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û cîhanê dikim, nemaze Mîr û Babe Şêx û Civata Ruhanî, hêvîdar im rojên cejnê bi xêr û xweşî û tenahî biborînin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwişk û birayên Êzdî piştrast dike ku weke her dem dê piştevana rasteqîne ya mafên rewa yên Êzdiyan be û tevaya şiyanên xwe dê bikar bîne ji bo xizmetkirina pitir ya Êzdiyan û asayîkirina rewşa Şingalê û avedankirana wê û zivirîna awareyan bo ser cih û warê wan bi hevkariya hikûmeta federal û civaka navdewletî.

Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be. Her di xweşî û aramiyê de bijîn.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê