Li Herêma Kurdistanê 1318 kesên din bi Koronayê ketin
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1318 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1318 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 510 kes li Hewlêrê, 396 kes li Silêmaniyê, 299 kes li Duhokê, 43 kes li Helebceyê, 30 kes li Germiyanê û 40 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1539 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 480 kes li Hewlêrê, 436 kes li Silêmaniyê, 501 kes li Duhokê, 45 kes li Helebceyê, 51 kes li Germiyanê û 26 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 339290
Mirin: 5955
Başbûn: 306662
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.