Du kesên din ji doza kuştina malbata Kurd a Konyayê hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ji doza êrîşa nijadperestî ya kuştina 7 endamên malbateke Kurd li navçeya Meram a bajarê Konyayê ku di 30yê Tîrmeha 2021ê de rûdabû, du kesên din hatin girtin û hejmara girtiyan bû 13 kes.
Di êrîşa 30yê Tîrmeha 2021ê ya nijadperestan bi ser malbata Kurd de, endamên malbatê Yaşar, Îpek, Serpîl, Serap, Sîbel, Metîn û Bariş Dedeogullari ango 7 kes hatibûn qetilkirin.
Kujerê malbata Kurd Mehmet Altun piştî êrîşê reviyabû û roja 4ê Tebaxa 2021ê hatibû girtin. Beriya niha Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû 11 kes bi tawana “kuştina bi qestî” hatine girtin.
Serdozgeriyê ragihandiye ku 2 kesên din ji doza kuştina malbata Dedeogullari hatine girtin û hejmara girtiyan bûye 13 kes.
Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30yê Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrîşî malbata Dedeogullari kiribû ku ji bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.
Tevî ku berê endamên malbatê dabûn xuyakirin ku ji ber kurdbûna xwe rastî êrîşan tên jî serdozgeriyê û berpirsên deshilatdariyê red dikin ku bûyer bi sedemeke nijadperestî rûdaye.