Parêzgarê Hewlêrê: Sibe bazar dê girtî bin lê çûnûhatin asayî ye

Parêzgarê Hewlêrê: Welatî dikarin bi azadî çûnûhatinê bikin û deng bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, sibe çûnûhatin di navbera parêzgehan de asayî ye û welatî dikarin bi azadî çûnûhatinê bikin û deng bidin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferansekî rojnamevanî de ragihand, “Divê welatî xwe ragirin, ji ber ku hemû bazar û navendên bazirganî dê roja dengdanê girtî bin, lê çûnûhatin dê asayî bimîne.”

Got jî: “Komîsyona Hilbijartinan berê ew agahdar kiribû ku her dengdêrek dikare di nav xulek û nîvekê de dengê xwe bide, lê di dengdana taybetî de hat dîtin ku ji bo dengdêrekî şeş xulek pêwîst dikin.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, medyakar bi bacaya ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ve ji wan re hatiye dayîn, dikarin serdana navendên dengdanê bikin.

Sibe proseya dengdana giştî ya hilbijartinên Iraqê birêve diçe. Xoşnaw jî diyar kir, li Hewlêrê 498 navendên dengdanê hene û 1 milyon û 159 hezar û 750 kes dikarin li Hewlêrê deng bidin.