Zêbarî: Postê Serokomar dê ji para Kurdan be

Zêbarî: PDK pêwendiyê bi aliyan re dike, lê ew hîn bi ti aliyan re neketiye hevdîtinên cidî

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hişyar Zêbarî ragihand, postê Serokomarê Iraqê dê ji Kurdan re bimîne. Diyar kir jî, PDK pêwendiyê bi hemû alî û hêzên Iraqî re dike.

Endamê Polîtburoya PDKê Hişyar Zêbarî Zêbarî îro li Hewlêrê bi endamên Komîteya Bilind a Hilbijartinan a PDKê re di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji sala 2003an ve posta Serokomarê Iraqê ji para Kurdan e, lê niha niha zû ye li ser kesê wê postê werbigire biaxivin.

Got jî, PDK bi dilekî fireh pêşwazî li encamên hilbijartinan dike û diyar kir. Diyar kir jî, PDK pêwendiyê bi hevpeymaniya Saîrûn, Dewleta Yasa, Hevpeymaniya Azim û aliyan re dike, lê ew hîn bi ti aliyan re neketiye hevdîtinên cidî.

Zêbarî diyar kir, PDK beriya ku li ser bernameya hikumetê li hev neke, tê de pirsgirêk û qeyranên Iraqiyan bi giştî û pirsgirêkên Herêmê bi taybetî neyin behskirin, dê bi ti aliyan re nekeve hevpeymaniyan. Herwiha pirsgirêka tespîtkirina naskirina Herêma Kurdistanê wek statuyeke siyasî ya destûrî û pişka Kurdistanê ji bûdceyê ku mafekî destûrî ye û nabe bibe beşek ji danûstandinan.

Zêbarî diyar kir jî, rê û rêbazên qanûnî hene ji bo nîşandana nerazîbûnê li ser encamên hilbijartinan, lê redkirina wan bi giştî û gefxwarina bi çek û tundûtûjiyê, dê welat ber bi karesatan ve bibe.