Li Diyarbekirê çinîna pembû dest pê kir

Ji ber hişkesaliyê li hin herêman berhemanîna pembû kêm bûye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê werzê çinîna pembû berdewam dike. Ji ber hişkesaliyê li hin herêman berhemanîna pembû kêm be jî pembûyê ku hatiye avdan baştir e û ji donimê 600-700 kîlo tê berhemanîn. Cotkar û rêveberên jûrên cotkariyê dibêjin; îsal kîloya pembû bi 12 lîreyan difiroşin, lê ji ber lêçûnên zêde karê wan ji salên borî kêmtir e.

Li Diyarbekirê werzê çinîna pembû berdewam dike. Pembû bi mekîneyên çinînê û destê xebatkaran tê berhevkirin. Li hin deveran hişkesaliyê bandoreke neyînî li pembû kir lê belê ji domina pembûyê ku baş hatibe avdan 600-700 kîlo pembû tê berhevkirin.

Cotkar Hemid Şenol li kêleka Çemê Dîcleyê pembû çandiye û dibêje; wan pembûyê xwe bi ava çem av dan û ji berhemanîna îsal keyfxweş in.

Hemid Şenol ji K24ê re diyar kir: “Nirxê bempû li gorî par îsal baştir e. Lê belê îsal hişkesaliyê bandora xwe li pembûyî jî kir. Cotkar mexdûr bûne. Me bi ava çemê Dîcle pembû av da lê belê cotkarên me yên din mexdûr bûne.”

Li gorî ku cotkar dibêjin; ji donima zeviyên ku hatine avdan 600-700 kîlo pembû tê berhemanîn lê belê zeviyên ku tenê bi baranê hatine avdan ji donimê 300-400 kîlo tê berhemanîn.

Serokê Jûra Cotkaran ya Yenîşehîr a Diyarbekirê Silêman Îskenderoglu got; îsal kîloya pembûyî bi 12 lîreyan difiroşin lê li beramberî vê yekê bihayên gibre, mazot, derman û elektrîkê li gorî salek berê du qat zêde bû.

Silêman Îskenderoglu ji K24ê re diyar kir: “Îsal berhemanîn û nirxê pembûyî gelek baş e. Tona pembûyî bi 12 hezar lîreyî tê firotin. Par pembû bi 5 lîre û nîv, 5 lîre û 40 kûrîş bû. Ango tona pembûyî bi 5 hezar û nîv bû.”

Cotkarên Diyarbekirê pembûyî wekî berhemeke stratejîk dibînin û pembûyê xwe difiroşin kargehên li bajêr. Cotkar dixwazin dewlet zêdetir girîngiyê bide pembû. Ji aliyê din ve çavên cotkaran li temamkirina Bendava Farqînê ye. Cotkar dibêjin; dema ku bendav hat temamkirin dê li ser 2 milyon doniman cotkariya pembûyî were kirin û dê Diyarbekir bibe yek ji navendên cotkariya pembûyî.